Li Silêmaniyê Duyemîn Konferansa Jenosîda Kurd dest pê kir.
Di konferansê de li ser hemû jenosîd û hewldanên bişaftinê yên ku li her çar beşên Kurdistanê ji aliyê dewletên dagirker ve li hemberî gelê Kurd pêkhatine, hate niqaşk kirin.
Li Silêmaniyê Duyemîn Konferansa Jenosîda Kurd hate lidarxistin.
Konferansa li Oteleke li Silêmaniyê dibin çavdêriya Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd de bi tevlibûna bi dehan kesayetan tê lidarxistin.
Axaftina vekirinê ji aliyê Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd ve hat kirin.
Piştre Şêwirmendê Wezîrê Xwendina Bilind Dr. Amanc Seîd jî li ser rol û giringiya wêje, huner û çapemeniyê ya di nasandina jenosîdên li ser gelê Kurd pêkhatine kir.
Amanc Seîd got: “Pêwîste bi rêya huner, wêje û çapemeniyê dîrok, rastî û êşên ku gelê Kurd kişandine nîşanî cîhanê û nifşên siberojê bidîn.”
“Divê Kurd rê nedin karesatên navxweyî û yekîtiya xwe ava bikin”
Piştre Waliyê Silêmaniyê Heval Ebûbekir jî di konferansê de axivî.
Heval Ebûbekir da zanîn jenosîd berhemê zilma ku li ser gelê Kurd hatiye ferzkirine û got,
” Ji bilî tinekirina mirovan jenosîd li beramberî jîngeha Kurdistanê jî hatiye kirin û hewla bişaftinê hatiye dayîn.
Ji ber wê pêwîste bi pênûsa Kurdî li ser asta navnetewî jenosîd bê nasandin. Divê beriya hemû xebatên din kar li ser dosya enfalê were kirin.”
Heval Ebûbekir da zanîn piştî bi salan dijminahiya Kurdan hat kirin û cîhan hemû hemfikirbûn ku Kurd werin bişaftin, lê Kurdan karî li ser lingên xwe bisekinin û got:
“Niha li Başûr Herêma Kurdistanê heye, li Rojava sîstema Rêveberiya Xweser heye û li Bakur jî pêvajoya aştiyê heye. Ji bona wê nabe Kurd carek din rê bidin ku bi rêya nakokiyên navxweyî û şerê birakujî ev karesat dubare bibin. Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin.”
“Divê di asta navnetewî de Jenosîdên hatine serê Kurdan bên naskirin”
Nivîskar Dr. Mihemed Elî Sultanî jî da zanîn divê dewletên dagirker û serdest bizanin ku gelekî xwedî ferheng, wêje û hunerê ye û ti demê nayên bişaftin û got,
Divê hewl bê dayîn li ser asta navnetewî jenosîdên bi serê Kurdan hatine werin nasîn.
Tê payîn Konferansa Jenosîda Kurd du rojan berdewam bike.



