Hevdîtina nukleerê ya nû ya li gel Îranê wê 26’ê Tebaxê li Swîsreyê were lidarxistin.
Civîn wê di asta cîgirên Wezîrên Karê Derve de bin û hewl bidin aloziya heyî ya di navbera aliyan de kêm bikin û li ser siberoja hevpeymana nukleerê nîqaş bikin.
Gera nû ya hevdîtinên nukleerê wê di navbera Îran, Îngilîstan, Fransa û Elmanyayê di 26’ê Tebaxê de li Cinêwê pêk were.
Her wiha, nûnerên Yekîtiya Ewropayê jî tevlî civînê dibin.
Li gorî medyaya dewletê ya Îranê, cîgirên Wezîrên Derve wê tevlî civînê bibin. Tê hedefkirin rageşiya di navbera aliyan de kêm bikin û li ser siberoja hevpeymana nukleerê gotûbêj bikin.
Yekîtiya Ewropayê gefa pêkanîna li Îranê xwar
Elmanya, Fransa û Îngilîstanê ragihandibûn ku heger ku hevdîtinên Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heta dawiya vê mehê ti pêşketinê bi dest neynin wê pêkanînên Neteweyên Yekbûyî careke din bikevin meriyetê.
Endamê Parlamentoya Îranê û Wezîrê berê yê Karên Derve Manouchehr Mottakî li beramberî vê hişyariyê diyar kiribû ku ew ê jî bi lez bersivê bidin, di nava 24 saetan de karibin biryar bigirin û xwe ji Hevpeymana Pêşîgirtina Li Belavbûna Çekên Nukleerî bikişînin.
Di Tîrmehê de li Stenbolê hevdîtin çêbibûn.
Di hevdîtinan de jinûve zindîkirina hevpeymana nukleerî ya 2015’an û li ser dibêtiya pêkanînan hatibû nîqaşkirin.
Têkildarî vê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Bakeî gotibû ew hêvîdar in Almanya, Fransa û Îngilîstan karibin “van helwestên xwe yên neçêker di ber çav re derbas bikin”.
Îran: Bila Swîsre bibe navbeynkar
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranî Alî Larîcanî di 21’ê Tebaxê de li hempîşeyê xwe yê li Swîsreyê geriyabû û di hevdîtinê de biryar hatibû girtin ku Swîsre di danûstendinên aliyan de bi roleke çalak rabe û têkildarî pêşketinan bi rêk û pêk Îranê agahdar bike.



