Qanûna Heşdî Şabî ji aliyê komên girêdayî Çarçoveya Kordînasyona Şîî ve pêşkêşî Meclîsa Iraqê hat kirin.
Li gorî qanûnê, ji bo Heşdî Şabî mîna wezaretên Parastinê û Karên hundir, budçe û raye tên pêşbînîkirin.
Kurd, Sunî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dijî erêkirina qanûnê ne.
Li gorî vê qanûnê wê Heşdî Şabî dibe xwedî statuyeke mayinde. Çarçoveya Kordînasyonê ji bo vê bangên erêkirinê dike.
Çarçoveya Kordînasyona Şîî, ji partiyên siyasî yên Şîî û komên girêdayî wê yên çekdar pêk tên.
Di dawiya sala 2024’an de pêşnûmeqanûneke nû ya ji 20 xalan pêşkêşî Meclîsê kir.
Ev pêşnûmeqanûn avaniya îdarî ya rêxistinê, çavkaniyên wê yên malî û rayeyên wê yên operasyonel bi hûrgilî vedibêje.
Di nava piştgirên pêşnûmeqanûnê de bi lîdertiya Hadî Amîrî, Tevgera Hikme heye. Her wiha Tevgera Ehlî Heq Esayîb a Qeys Xezelî û hêzên çekdar ên Ketaîb Hizbullah û Seyyîd eş-Şuheda hene.
Piştevanên pêşnûmeqanûnê dibêjin hejmara rêxistinê 200 hezar şervan derbas kiriye û êdî nabe bi vesaziyên demkî karibe bê birêvebirin.
Mûxalîf jî dibêjin wê Heşdî Şabî di nava dewletê de bibe hêzeke serbixwe û bandora xwe ya siyasî zêde bike.
Rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî dibêjin wê pêşnûmeqanûn çekdarên alîgirên Îranê bi sazî bike û serweriya Iraqê lawaz bike.
Pêşnûmeqanûn di 25’ê Sibatê de ji Lijneya Wezîran ji bo parlamentoyê hat şandin.
Di du rûniştinan de hat nîqaşkirin, lê neket dengdanê.
Di rûniştina 16’ê Tîrmehê de parlamenterên Kurd û Sunî parlamento terikandin û biryar girtin ku rûniştinên din boykot bikin.
Çavdêr diyar dikin ku di rûniştinên nû de wê krîz kûrtir bibe.



