Nûnerê eşîrên El-Sade El Eşarif li Sûriye û Iraqê Hisên El Sade têkildarî gotinên kîndarî û nefretê ku li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî li dijî QSD û Rêveberiya Xweser zêde bûne, axivî.
Hisên El Sade diyar kir ku hin kesên li derve ku xwe wekî berpirsên eşîrên Ereban nîşan didin bi rêya medyaya dîjîtal hewl didin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fitneyan derxin, lê ev kes bi tu awayî nûnertiya eşîran nakin.
El Sade destnîşan kir ku eşîrên li herêmê ji salan ve bi hev re dijîn û tu kînên kesî li hember ê din tune ye û got:
“Ger kîn û nefret hebûna goristanên şehîdan ku hemûyan hembêz dikin tune bûn.
Ev jî nîşaneya hevgirtin û hezkirinê di nava şêniyên herêmê de ye.”
Hisên El Sade da zanîn ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê ji zarokên eşîrên Ereb, Kurd û Xiristiyan pêk tê û wiha domand:
“YPG’ê ji aliyê Kurdan ve hat avakirin li ser bingeha xwişk û biratiyê tev geriya.
Û me bi hev re Rêveberiya Xweser û herêmên xwe ava kir.”
Hisên El Sade diyar kir ku siberoja Sûriyê di diyaloga berfireh a navbera tevahî Sûriyan de ye û wiha bi dawî kir:
“Dema em wek Sûriyî diyalogê bikin, em ê bigihêjin çareseriyekê.”



