Artêşa Urdunê bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li ser sînor hewla qaçaxçîtiya madeyên hişbirê ya ji aliyê Sûriyeyê ve hat kirin têk bir.
Di daxyamiyê de hat diyarkirin ku hewldana qaçaxçîtiyê bi rêya balonan ku berê wê dabûn aliyê rojhilatê welat hatibû kirin.
Hêzên Urdinê yên Parastina Sînor bi tevkariya Rêveberiya Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir hewldan têk bir û madeyên hişbir radestî aliyên têkildar kirin.
Roja yekşemê 22 Tebaxê jî artêşa Urdunê welatiyekê sûrî girt ku wî hewl da bi rêyên ne rewa sînorê Urdunê derbas bike.



