10’emîn Mîhrîcana Çand û Hunera Zarokan dê 1’ê îlonê, ango di roja Aştiyê ya Cîhanê dest pê bike.
Nêzî hezar û 500 zarok ên ku cihê xwe di nava 83 komên çandî û hunerî de digirin beşdarî mîhrîcanê dibin.
Ji Qamişloyê 35 kom, ji Hesekê 20 kom, ji Reqayê 10, ji Kobanê 9 kom û ji Helebê jî 9 kom cihê xwe digirin.
Li gorî bernameya mîhrîcanê dê şano, stran û govendên foklorî werin pêşkêşkirin û pêşangehên wêneyan werin vekirin.
Mîhrîcan wê 1’ê Îlonê li Rimêlan û Helebê dest pê bike, 2 Îlonê wê li Kobanê û Reqayê dewam bike û 7’ê Îlonê jî wê li bajarê Hesekê bi dawî bibe.
Ev mîharîcan ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan ve, bi tevkariya Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND) tê birêxistinkirin.
Ji rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn Mizgîn Çolaq diyar kir ku armanca mîhrîcanê ew e ku behreyên zarokan pêş bixin.
Mizgîn Çolaq da zanîn mîhrîcan nameyek mirovî ji bo cîhanê ye ku zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî zehmetî û pirsgirêkan dikarin hêviyê biafirînin.



