Îro, di dema serdegirtina hêzên Îsraîlê li gundê Terencê yê gundewarê bakurê Qunetîrayê de kesek hat kuştin.
Hêzên Îsraîlê bi ser gund de girt û malek topbaran kir, di encamê de ciwanê bi navê Ramî Ehmed Xanim hat kuştin.
Hêzên Îsraîlê bi 30 wesayîtên leşkerî derbasî bajarokê Siwêse yê gundewarê Quneytîrayê bûn.
Di derbasbûnê de gule avêtin, bi ser gelek malan de girtin, heta saetekê ciwanek girtin û dûre berdan.
Duh jî, hêzên Îsraîlê derbasî gundewarê Şamê û Quneytîrayê bûn, girê Bat El Werde ya li lûtkeya Cebel El Şêx kontrol kir.
Wezarta Derve ya Hikûmeta Veghuêz nerazîbûn nîşan da û got gerek sînorek ji tevgera Israîlê re bê danîn.



