HPG’ê gerîlayê şehîd Botyan Amed yê li Qada Dersimê şehîd bû, bi bîr anî û got: “Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrêyê xwe Botyan her tim bidim jiyîn û ala têkoşînê ya ku dewrî me kirî, bi serketinê tacîdar bikin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê gerîlayê şehîd Botyan Amed bi bîr anî.
HPG’ê da zanîn ku Botyan Amed 23’yê Tebaxa 2019’an dema li Qada Dersimê li ser wezîfeya xwe bû di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de tevlî karwanê şehîdan bû.
HPG’ê behsa kesayet û têkoşîna şehîd Botyan kir û got:
“Hevrêyê me Botyan weke ferdê malbatek welatparêz li navçeya Dara Hênê ya Çewlîkê hate dinê.
Hevrêyê me li Bakurê Kurdistanê ji bo bibe layiqê şehîdan gelek wezîfeyên zehmet bi cih anî.
Bi hevrêtiya xwe ya kûr, tevlîbûna xwe ya dirûst û sekna xwe ya zelal a li ser xeta Apocî milîtanekî mînak bû.
Ji bo bi ser xistina têkoşîna me û parastina destkeftiyên gelê me, li Bakurê Kurdistanê bi îradeyeke mezin gerîlatiyeke xurt kir.
Hevrêyê me Botyan bi fedakariyeke mezin li dijî her cure zehmetiyê rabû û ji bo parastina hebûn û azadiya gelê me, weke yek ji lehengên fedayî navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand.
Hevrêyê me Botyan têkoşîna xwe ya bi coş, kelecan û hezkirina azadiyê destpê kirî, di lûtkeyê de temam kir.”
HPG’ê anî ziman ku ew soza xwe dubare dikin ku bîranîna şehîd Botyan her tim bidin jiyîn û ala têkoşînê ya ku dewrî wan kirî, bi serketinê tacîdar bikin.
HPG’ê ji malbat şehîd Botyan û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza berdewamkirina têkoşînê û pêkanîna armancên şehîdan da.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:
Nasnav: Botyan Amed
Nav û Paşnav: Berat Nazlican
Cihê Jidayikbûnê: Dara Hênî
Navê Dayik-Bav: Sabahat-Îbrahîm
Cih û Dîroka Şehadetê: 23’yê Tebaxa 2019’an / Dersim



