Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûr Şehîd Seyîd Evran, Denîz Bulbun û Aslan Qamişlo bibîranîn.
Komîteya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Mexmûrê Şehîd Seyîd Evran, Denîz Bulbun û Aslan Qamişlo ku di dem û cihên cûda de gihiştibûn şahadetê bibîranîn.
Bîranîn li Komîteya Malbatên Şehîdan a wargehê bi tevlîbûna gel û bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir.
“Em bi saya şehîdan gihaştin van rojan”
Piştî rêzgirtinê li ser têkoşîn û jiyana her sê şehîdan, Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Hisên Kara axivî û got:
“Şehîd wateya jiyana me ne, em bi saya wan gihaştin van rojan.”
Piştî axaftinê sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna her sê şehîdan hatibû amadekirin, hate temaşekirin.
Her wiha bîranîn bi diruşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.



