Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî tevlêbûna QSDˊê di nava artêşa Sûriyê de nirxand.
Muxtar Xebaşî diyar kir ku feshikirina QSD`ê ne pêkan e.
Her wiha destnîşan kir ku modela ku QSDˊê ji zêdetirî 10 salan ava kiriye dihêle bibe yek ji stûna bingehîn a her artêşeke neteweyî ya siberojê.
Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Muxtar Xebaşî li ser tevlêbûna QSDˊê di nava artêşa Sûriyê de ji ajansa ANHAˊyê ra axivî.
Di destpêkê de Muxtar Xebaşî li ser nirxandinên ku ji aliyê dewleta Tirk û hin derdorên din ve derbarê fesihkirina QSD’ê de hatine kirin, axivî û got:
Endamê Navenda Erebî: QSD modela artêşa siberojê ye
“Mijara feshikirina QSD`ê ne pêkan e.
Bijarteya herî guncaw entegrabûna demokratîk a van hêzan li nava artêşa Sûriyê ye.
Modela ku QSDˊê ji zêdetirî 10 salan bi cih aniye dihêle ku bibe yek ji stûna bingehîn a her artêşeke neteweyî ya siberojê.”
Muxtar Xeybaşî diyar kir ku dan û standina bi QSDˊê re divê ji nêrîna entegrabûna wê di rêxistinbûyîna leşkerî ya Sûriyê de be, ne hilweşand an jî fesihkirina wê be û got:
“Ev entegrasyon dikare du şêweyan bigire; yan QSDˊê weke blokekê ku hêza birêxistinkirî di nava artêşê de be yan jî li nava lîwa û teşkîlatên leşkerî yên li welat belav bûne, belav bibe.
“Sûriyê wê ji entegrasyona QSD’ê gelek sûd wergire”
Di her du rewşan de divê erka wê ne tenê parastina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê be, divê QSD’ê parastina tevahî welat bike.
Sûriyê wê ji entegrasyona QSD`ê gelek sûd wergire
Ji ber ku QSD’ê hêzek perwerdekirî ye ku ji sala 2011`an vir ve li dijî DAIŞ`ê û çekdarên din têkoşîn û şerên mezin daye meşandin.
QSD`ê dê ji bo artêşa Sûriyê bibe hêzeke bi kalîtk.
Ji ber ku wê ispat kiriye ku ew dikarin deverên mezin bi derfetên sînordar biparêzin û li herêmeke bialoz aramiyê pêk bînin.”
“QSD’ê li hember komên çekdar û Tirkiyê li ber xwe da”
Muxtar Xeybaşî di dawiya axaftina xwe de got:
Tişta herî balkîş ew e ku QSD’ê karîbû baweriyê li ba şervanên xwe çêke ku Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.
Di heman demêde karîbû li hember gelek komên çekdar û çend caran jî li hember artêşa Tirkiyê bisekine.
Li gorî min ev ezmûna cihêreng dihêle ew bibe hêzek mezin di nav artêşa Sûriyê de.”



