Xelkê bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Xelef Tasan li goristana şehîdan a bajêr spart axê.
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ku goristana şehîdan a bajêr merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Elî Xelef Tasan li dar xist. Elî Xelef Tasan dema li ser erka xwe ya leşkerî li bajarê Şedadê bû, di 24ˊê Tebaxê de şehîd bû.
Di merasîmê de bi dehan şênî, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tûranek leşkerî pêşkêş kir.
Dûre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Mihemed Xelîl axivî û sersaxî da malbata şehîd û diyar kir ku şehîd di oxira azadî û rûmeta gelê xwe de rêça şehadetê şopand.
Li ser navê QSDˊê, fermandar Şiyar Şedadê li ser fedakariyên ku gelên herêmê ji destpêka şoreşê ve pêşkêş kirine axivî û got: “Ji roja destpêkê ya Şoreşê ve, em di oxira azadî, rûmet û aramiyê ji bo tevahî pêkhateyên herêmê de şehîdan didin. Em ê heta serkeftinê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk vê rêyê bişopînin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.



