Xelkê bajarê Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê yên kantona Cizîrê 88 şehîdên di salên cuda û mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê şehîd bûbûn de, bi bîr anîn.
Li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya bajarokê Rimêlanê yê girêdayî Girkê Legê yê kantona Cîzrê merasîma bibîranînê ya 88 şehîdên di sal û mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê şehîd bûbûn de, hat lidarxistin.
Di merasîmê de malbatên şehîdan, şênî, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û nûnerên saziyên sivîl amade bûn.
Piştî deqeya rêzgirtinê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Nûdem Hesen axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û got ew bi nirx û rêça şehîdan ve girêdayî ne.



