Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ku beşdarî merasima çek şewitandinê ya gerîla bûn raporek weşandin.
Di raporê de pêşniyarên ji bo çareseriyê hatin kirin.
11’ê Tîrmehê komeke gerîla ya ji 30 kesî li ser banga Rêber Apo û ji bo piştgiriya pêvajoya çareseriyê bi merasimekê çekên xwe şewitandin.
Komeleya Mafên Mirovan û Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê ên Tirkiyê ku beşdarî merasimê bûn bi civîneke çapemeniyê raporek weşandin.
Di civîna çapemeniyê de ya li Enqereyê hate lidarxistin, Hevserokê Giştî Komeleya Mafên Mirovan Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd li pêşiya demokrasiyê astengiya herî mezin e.
Kuçukbalaban diyar kir ku pêvajoya çekdanînê nabe ku tenê ji aliyê ewlekariyê ve bê nirxandin û destnîşan kir ku pêwîstiya pêvajoyê bi veguherîna hiqûqî û siyasî heye û got,
“Ji bo pêkhatina vê pêvajoyê, divê mekanîzmayên pêwîst bêne avakirin. Ji bo pêvajo veguhere aştiyeke mayinde, ji bo aliyên şer dikin karibin danûstandinan bikin, ev yek gelekî girîng e.”
Di raporê de ev pêşniyarên çareseriyê hatin kirin;
Ne tenê aliyên şer, divê hemû civak tevlî pêvajoyê bê kirin û mekanîzmayên vekirî yên kontrola civakî û pirrengî bêne avakirin.
Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, divê bikaribe bi awayekî çalak tevlî danûstandinan bibe, şert û mercên fîzîkî jî li gorî hiqûqa navneteweyî bêne sererastkirin.
Divê destûreke bingehîn a nû ya damezrîner, peymaneke civakî ya nû bê amadekirin. Di serî de naskirina çand û zimanê dayikê yê gelê Kurd, mafên welatîbûna wekhev bi destûra bingehîn bêne misogerkirin.
Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya Antîdemokratîk divê bê rakirin.
Divê nêzîkatiyên cihêkar ên li hemberî girtiyên nexweş û li dijî hemû girtiyên siyasî ji kiryarên qanûna înfaza ceza bêne derxistin, têkildarî mafê hêviyê sererastkirin bê kirin.
Siyasetmedarên hilbijartî yên girtî tavilê bêne berdan, şaredarên ku dawî li wezîfeya wan hatiye danîn, li wezîfeya xwe bêne vegerandin.
Milîtanên ku çek danîne divê karibin tevlî nava jiyana demokratîk û siyaseta sivîl bibin û astengiyên li pêşiya vê yekê bêne rakirin.



