HPG: Li Xakurkê 4 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li herêma Xakurkê û Colemêrgê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de herî kêm 4 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniyê hêzên HPG’ê 30’ê çileyê li herêma Xakurkê li leşkerên artêşa Tirk yên li ser Girê Şehîd Derwêş xistin.

Di encama çalakiyê de herî kêm 4 leşkerên hatin kuştin û baregehên wan jî bi temamî hate rûxandin.

31’ê Çileyê jî gerîla li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Girê Koordîne çalakiyek kirin.

Di vê çalakiyê de jî derbên xurt li dijmin hat xistin lê hejmara kuştî û birîndar nehat zanîn.

Back to top button