Şandeya DEM Partî îro li Girava Îmraliyê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîn.
Di şandeyê de Perwîn Bûldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol cih girtin.
Şandeya DEM Partiyê derdora saet 10:00’an çû Girava Îmraliyê.
Piştî hevdîtina bi Rêber Apo re şande ji Îmraliyê vegeriya.
Hat ragihandin hevdîtinê 4 saet dewam kiriye. Tê payîn şande derbarê hevdîtinê de sibê daxuyaniyê bide.
Piştî avakirina Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de hate avakirin, şande cara ewil diçe Îmraliyê.
Tê payîn ku Rêber Apo derbarê xebatên komîsyonê û pêvajoyê de peyamên girîng bide.
Şandeya Îmraliyê herî dawî 25’ê Tîrmehê bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anîbûn.



