Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li bajarê Dîbanê yê Dêra Zorê şaneyek çeteyên DAIŞ’ê hat bêbandorkirin.
Di wê operasyonê de, 2 çete, tevî çek û cebilxaneyê hatin girtin û desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên Komanbdos ên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê duh êvarî li bajarokê Zîbanê ev operasyon li dar xist.
Navendê da zanîn ku di dema dorpêçkirinê de 2 çeteyên şaneyê hatin girtin.
Her wiha di operasyonê de komek çek û cebilxane yên li gel terorîstan jî hatin desteserkirin.
Navendê piştrast kir ku dê heta dawiya şaneyên terorîst û rêgirtina li ber hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê, operasyonên xwe bidomînin.



