Şandeya DEM Partî û DBP’ê li Silêmaniyê serdana gora Mam Celal kir.
Hevserokê DEM Partî Tuncer Bakihran got Mam Celal dostê herî nêzîk ê birêz Ocalan bû û bi hev re ji bo mafê rewa yê Gelê Kurd di nava hewldanan de bûn.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser gora Mam Celal got ku Mam Celal ne tenê ji bo Başûrê Kurdistanê xebat kiriye, di heman demê de ji bo her çar aliyên Kurdistanê di nava hewldanan de bû.
Şandeya DEM Partî û DBP serdana gora Mam Celal kir
Bakirhan diyar kir ku Mam Celal hertim hewl dida aştiya di navbera Kurd û dewleta Tirka de bi serbikeve.”
Bakirhan: Gotinên yek dewlet û yek newtewe bi kêr nayên
Tuncer Bakirhan derheqê pêvajoyê de jî destnîşan kir ku ew li bendê ne di rojên pêş de pêşketinên nû çêbibin.”
Lê belê heya niha jî peyamên weke yek dewlet û yek netew ji aliyê dewletê ve tên dayîn û ev jî xizmeta qonaxê nake.



