Helîkopterek girêdayî Rêveberiya Trafîkê a Silêmaniyê kete xwarê, tê gotin 2 kes birîndar bûne.
Li gorî agahiyan, saetên piştî nîvro helîkopter li Çiyayê Ezmer ya Silêmaniyê ketiye xwarê.
Beriya qezaya helîkopterê, li vî çiyayî wesayîtek qelibî bû û di encamê de welatiyek jiyana xwe ji dest dabû.
Helîkopterê jî, ji ber qezayê berê xwe da bû cihê bûyerê.
Sedema ketina helîkopterê nehate zanîn.



