Di şewata ku beriya 2 roja li Pênciwênê derketî de, 2 jîngehparêz birîndar bûn.
Ev du roj bûn li navçeya Pênciwên a ser bi parêzgeha Silêmaniyê şewatek berfireh derketibû. Şewat îro hat vemirandin. Lê di dema vemirandina şewatê de du jîngehparêzên xelkê Pênciwên birîndar bûn.
Hat ragihandin her du ciwanên birîndar rakirine nexweşxaneya Silêmaniyê.