Meclisa Şaredariya Fabriano hemwelatîbûna rûmetê da her sê girtiyên siyasî yên li ber cezayê darvekirinê, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Muradî.
Endama Meclisa Şaredariya Fabriano ya Îtalyayê Marta Ricciuti diyar kir ku şaredariyê ev biryar ji bo rêzgirtina li têkoşîna jinan a ji bo mafên sivîl û edaleta civakî girtiye.
Biryar, piştî pêşniyara Komîsyona Wekheviya Jin-Mêr (Zayendî) bi yekdengî hatiye pejirandin.
Ricciuti di peyama xwe de wiha ragihand:
“Di parlamentoya me de, bi yekdengî dayîna hemwelatîbûna rûmetê ji bo Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Murad pejirand.
Ev jin ji ber çalakiyên wan ên aştiyane yên ji bo parastina mafên jinan û karkeran, bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin.”
Marta Ricciuti destnîşan kir ku biryara dayîna hemwelatîbûna rûmetê ne tenê sembolîke, di heman demê de rêyeke ku dengê kesên ku ji bo azadî û rûmeta mirovan têdikoşin bigihîne cîhanê ye.



