Rêberê rûhanî yû Dûrziyan Şêx Hîkmet el-Hicrî daxuyaniyeke nû da û careke din daxwaza serxwebûna Siweydayê kir û bang li civaka navneteweyî dike ku piştgirîya vê daxwaza Dûrziyan bike.
Şêx Hîkmet el-Hecrî di hevdîtina xwe de ligel şandeyek ji herêmên cuda yên Siwêdayê tekez kir ku ji bilî avakirina herêmeke cuda ji bo parastina civaka Durzî çareseriyek din tune.
Wî tekez kir piştî bûyerên dawî, danûstandinên berê bi hikûmeta veguhêz re têk çûn.
Her wekî bang li civaka navneteweyî kir ku piştgiriyê bide gelê Siwêdayê di hewildanên wan ên ber bi serxwebûn û diyarkirina çarenûsê û avakirina herêmekî cuda .
Ev daxuyanî hevdemî xwepêşandanên girseyî yên îro li Swêdayê ku ew jî daxwaza xwerêveberiyê dikirin hat.



