Li Reqayê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk komxebatek li ser rewşa siyasî ya li Sûriyê û herêmê li dar xist.
Komxebat bi dirûşmeya “Nêrîneke stratejîk ji Sûriyê re û qonaxa dema pêş” hat lidarxistin.
Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a MSD’ê Hesen Mihemed Elî got ku “Di demeke ku balê dikişe ser bendên peymanê siyasî, bi taybetî yên girêdayî dîrok û mekanîzmaya tevlîbûna bi Şamê re, ew bi cidî meraq dikin ka çima benda yekem û bingehîn ji bîr dikin.
Hesen Mihemed Elî mixabniya xwe tîne zîman û dibêje agirbest ji aliyê hikûmeta ve nehat pêkanîn û komkujî derheqê welatiyan pêk anîn. Ji bo wê ew banga redkirina gotinên nefretê dikin.”



