Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşwaziya şandeya Komara Federal a Brezîlyayê kir û jinek û zarokek DAIŞ’î radestî şandeyê kir.
Li gorî nûçeya ku Nivîsgeha Ragihandinê ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kiriye, şandeyek ji Brezîlyayê bi serokatiya Berpirsê Kar û Barên Derve yê Brezîlyayê li Şamê Joao Zanini 24`ê Tebaxê îsal (2025) serdana navenda daîreyê kir.
Hate diyarkirin ku şande ji aliyê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt, cîgira wî Gulîsta Elî, endamê Desteya Rêveber a Daîryê Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ’ê ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî nûçeyê, rewşa Sûriyeyê, dan û standinên ligel hikumeta veguhêz, hilbijartinên meclisa gel, her wiha rewşa ewlehî û mirovî ya herêmê hatin nîqaşkirin.
Hate zanîn ku her du aliyan diyar kirine ku divê çareseriya li Sûriyeyê siyasî û bi beşdariya tevahî pêkhateyên wê be. Her du aliyan destnîşan kirin ku divê peymana 10’ê Adarê ya di navbera QSD û hikumeta veguhêz de hatibû îmzekirin, were pêkanîn.
Di hevdîtinên de hilbijartinên ku bi yekhişmendiyê were ferzkirin û nûnerên rasteqîn jê werin dûrxistin, hatin redkirin, ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî jî hat xwestin ku hilbijartinên bi vî rengî nas nakin. Di hevdîtinan de, Berazîlyayê jî di nav de girîngiya piştevaniya navneteweyî ya ji bo pêşxistina aştiyê û têkoşîna li dijî terorê hat vegotin.
Di nûçeyê de hate ragihandin ku şandeya Brezîlya spasiya Rêveberiya Xweser û QSD’ê kir ku silametiya welatiyên wê mîsoger kir.
Di dawiya hevdîtinê de Rêveberiya Xweser li gorî belgeyeke fermî ku her du aliyan îmze kiriye jinek û zarokek ên ji malbatên DAIŞ’î radestî şandeya Brezîlayayê kirin.



