Rêber Apo bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand.
Rêber Apo di peyama xwe de diyar dike banga wî ya aştî û civaka demokratîk ne gaveke siyasî ya ji rêzê ye û dibêje, “Banga me gaveke stratejîk e û qonaxeke dîrokî ye. Bi vê bangê re hem li Tirkiyê hem jî li Rojhilata Navîn, deriyên serdemeke nû vebûne.
Veguherîna civakî, erka sereke ya serdema nû ya pêşiya me ye.
Ez bang li gelên me dikim ku xwedî li vê erka dîrokî derkevin û meşa aştî û azadiyê hê bêhtir mezin bikin.”
Rêber Apo bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek weşand.
Peyama Rêber Apo bi ser navê “Ji kesên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin re” di mîtînga bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hate xwendin.
Rêber Apo: Banga me ya aştî û çareseriya demokratîk ne gaveke ji rêzê ye
Rêber Apo di peyama xwe de diyar dike banga wî ya aştî û civaka demokratîk ne gaveke siyasî ya ji rêzê ye û wiha dibêje,
Rêber Apo: Banga me gaveke stratejîk û qonaxeke dîrokî ye
“Banga me gaveke stratejîk e û qonaxeke dîrokî ye. Bi vê bangê re hem li Tirkiyê hem jî li seranserî Rojhilata Navîn, deriyên serdemeke nû ya jiyaneke demokratîk a ser bingeha aştiyê heta dawiyê hatine vekirin ku wê şûna şer û wêraniyan bigire.
Ev, ne tenê daxwazek e; rastiyeke şênber e ku divê bi derfetên xurt û gavên pratîkî yên cidî were avakirin.”
Rêber Apo: Aştiya rasteqîn tenê bêdengkirina çekan nîne
Rêber Apo diyar dike ku aştiyeke rasteqîn, tenê bêdengbûna çekan an jî bidawîbûna pevçûnan nîne.
Rêber Apo: Aştiya rasteqîn pêkanîna azadî, demokrasî û edaleta civakî ye
“Aştiya rasteqîn, dema azadî, demokrasî û edaleta civakî di hemû qadên jiyanê de ava bibe wê demê pêkan e.
Veguherîna civakî ji bo gelên me ne tenê mafek e; di heman demê de erka sereke ya serdema nû ya pêşiya me ye.
Aştî, demokrasî û nirxên azadiyê dê bi têkoşîna gelên me re teqez mayinde bibin û di nava jiyana civakî de cihê xwe bigirin. Ev welat êdî wê bibe welatê wan kesan ên ku aştî û jiyana demokratîk hem weke mafê xwe hem jî peywira xwe dibînin.”
Rêber Apo: Ez bang li gelên me dikim ku meşa aştî û azadiyê mezin bikin
Rêber Apo bi wesîleya 1’ê Îlonê bang li gel kir ku xwedî li vê erka dîrokî derkevin û meşa aştî û azadiyê hê bêhtir mezin bikin.
Rêber Apo: Ez di wê baweriyê de me ku herkes cidiyeta vê serdemê fêm bike
“Di wê baweriyê de me ku hemû kes wê cidiyeta vê serdemê fêm bikin, xwe li ber çavan derbas bikin û li gorî ruhê aştiyê tevbigerin.
Bi vê baweriyê, ez we hemûyan bi hezkirin û hurmetên xwe yên bêdawî silav dikim.”


