Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku tê lidarxistin, bi koma 151’an di roja 774’an bi israr didome.
Merasîma dewre girtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariya gel û çalakvanan pêk hat.
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê koma 150’an Xeyrî Ziravikî axivî.
Ziravikî bibîrxist ku Rêber Apo bi pêngava aştî û civaka demokratîk rol û misyonek pir mezin da ser milê xwe û got:
“Rêber Apo ji bo biratiya gelan rolek mezin leyîstiye.
Lewam divê Rêber Apo demlidest bê berdan da ku pêşengiya vê pêvajoyê bike.”
Piştî axaftina koma 150’î bi durişmeyan çalakî dewrî koma 151’an kir.



