Rûsya êrişên mezin li heremên Odessa û Xerson a Ukraynayê pêk anî.
Medyaya herêmî ragihand ku li bajarê Xerson ê başûr herî kêm 2 kes mirine û 14 kes birîndar bûne.
Her wiha Zelenskî dibêje ew plansaziya êrişê li dijî Rûsyayê dikin.
Zelensky ragihand ku Moskow êrîşên xwe yên li ser Ukraynayê didomîne.
Li gorî daxuyaniyek Hêza Hewayî ya li ser Telegramê, Rûsyayê bi şev bi 142 dronên êrîş û xapandinê êrîşeke berfireh li ser Ukraynayê da destpêkirin.
Li Xerson, Odesa, Zaporijya û Dnipro, ku hedefên êrîşan bûn, teqîn çêbûn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 16 ji van dronan li 10 cihên cûda xistine û hêzên Ukraynayê 126 dron xistine xwarê.
Medyaya herêmî ragihand ku li bajarê Xerson ê başûr herî kêm 2 kes mirine û 14 kes birîndar bûne.
Her wiha hat ragihandin ku 9 xanî, tesîsên bijîşkî û perwerdehiyê, avahiyek îdarî, benzînxaneyek û çend wesayît zirar dîtine.
Li Odesayê herî kêm kesek birîndar bûye, zirara herî giran li bajarê Çornomorsk hatiye ragihandin.
Li gorî peyamekî li ser Telegramê ji aliyê Waliyê herêmî Oleg Kiper ve, binesaziya enerjiyê ya bajarê bendera Deryaya Reş jî bi girîngî zirar dîtiye, û herî kêm 29 hezar kes bê elektrîk mane.
Waliyê heremê Kîper got:
“Karê sererastkirinê berê dest pê kiriye. Binesaziya krîtîk bi jeneratoran tê xebitandin.”
Serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky roja Şemiyê got ev êrîş sêyemîn êrîşa mezin a Rûsyayê li ser Ukraynayê di hefteya borî de bû, û Rûsyayê “nîşan da ku şer bêyî zexta cîhanê bi dawî nabe.”
Di heman demê de, Zelensky ragihand ku hêzên Rûsyayê li bajarê Pokrovsk ê Ukraynayê “windahiyên giran” dane.
Serokê Ukraynayê roja Yekşemê di peyamek li ser X de wiha nivîsand:
“Leşkerên me li herêma Donetskê erkên xwe yên hatine destnîşankirin bi cih tînin.
Li eniya şer, tenê di heşt mehên pêşîn ên vê salê de, Rûsan zêdetirî 290 hezar leşkerên xwe winda kirine.”
Zelensky: Em li dijî Rûsyayê plansaziya êrişên nû dikin
Her wiha Zelenskî bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê Alexander Sirskiy re civiya.
Herduyan êrîşên nû yên dûr û dirêj plan kirin ku bikevin nav axa Rûsyayê.
Zelenskî got:
“Rûsya windahiyên xwe yên herî giran li herêma Donetskê dan, û nekarîn ti armancên xwe yên stratejîk bi dest bixin.
Tedbîrên me yên aramiyê li hin beşên eniyê berdewam dikin. Ez ji her yekîneyê re spasdar im ku ‘fona cîgir’ a ji bo Ukraynayê tijî dike; em her hefte encamên baş dibînin.”



