Saturday 2026/06/20
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em bi aştî û çareseriya demokratîk re ne

September 1, 2025
in BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
A A
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em bi aştî û çareseriya demokratîk re ne
Share on FacebookShare on Twitter

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanî, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir  ku pêkanîna aştiyê vebijarkeke mirovî û demokratîk e. Şêniyan bersiva banga Rêber Abdullah Ocalan a bi vê boneyê da û soz da ku heta serkeftinê rêya wî bişopînin.

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, îro şêniyên bajarê Hesekê yê Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Suryan û Ermen meşek girseyî li dar xist. Nûner û endamê saziyên civaka sivîl, Kongra Star, siyasetmedar û rewşenbîr di meşê de amade bûn. Meşvanan wêneyên Rêber Abdulah Ocalan û pankartên ‘Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo aştiya cîhanê ye’ hilgirtin.

Meş li ber çarxereya Merşo dest pê kir û li ber Qada Azadiyê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê dewam kir.

Li wir peyama Rêber Abdulah Ocalan a bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê şandî bi zimanê Kurdî ji aliyê mamosteya zimanê Kurdî Felek Dawûd û bi zimanê Erebî ji aliyê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebidulxenî Oso ve hate xwendin.

Piştre hevseroka PYDˊê ya Kantona Hesekê Zehra Elî axivî û diyar kir ku aştî bê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdulah Ocalan pêk nayê û got: “Em di qonaxek gelek dijwar a şer re derbas dibin. Ji bo pêkanîna aştî û edaletê çavê her kesî li greva Îmraliyê ye. Rêber Abdullah Ocalan bi banga xwe ya aştiyê, dîrok nûjen kir û ji bo çareserî û bidawîkirina şer peyamên girîng şandin.”

Meş bi dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Li bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê, Kongra Star li ber avahiya navenda perwerdeyê ya li rojavayê bajêr, ji bo peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo aştî û çareseriya demokratîk, çalakiyek li dar xist. Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî, û endamên Kongra Star, tev li çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Kongra Star Ezra El Hisên peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Rojava Aştiyê ya Cîhanê xwend.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Meclisa Bajarê Şedadê yê başûrê kantona Cizîrê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşeke girseyî li dar xist. Di meşê de xelkê bajarên Şedadê, Mergede û Erîşa amade bûn.

Meş ji pêş komeleya perwerdeê ya bajarê Erîşa dest pê kir û heta ber avahiya meclisa bajêr ve çû. Di meşê de diruşmên şermezarkirina tecrîdê û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin kirin. Li pêş meclisê meş vegerî mîtîngê. Li wir endama rêxistina Kongra Star a Mergede Wela El Elî axivî û got: “Em bi navê tevahî jinên herêma başûr û her jineke di oxira azadî û rûmetê de tê dikoşe li vir kom bûne, ku dengê xwe ya ji doza adilane bilind bikin. Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.”

Dûre endamê rêveber ê rêxistina PYDˊê ya Erîşa Mehmûd El Ecoz diyar kir ku azadiya Rêber Apo azadiya gelan e û siberoja tê de demokrasî, azadî, edalet û aştî heye. Her rojek Rêbertî di tecrîdê de nahêle mirov xwe bigihîne fikir û projeya wî ya ji bo jiyana azad.

Dûre El Ecoz peyama rêber Apo a banga aştî û jiyana hevbeş dike xwend.

Meş bi diruşma “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

PYDˊê bi vê wesîleyê li navenda xwe ya li bajarê Kobanê yê kantona Firatê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi du zimanên Kurdî û Erebî hat xwendin, bi Kurdî ji aliyê Rojnamevan Rebîa Êto û bi Erebî jî ji aliyê endamê PYD`ê Arif Balî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di vê roja aşîtiya cîhanî de, em bi dilekî ku bawer dikin ku aşîtî ne xewnek an xeyalek dûr e, lê belê mafek, erkek û rêyeke ku divê em bi hev re bigirin, berê xwe didin wê.

Em ji raya gîştî re bi zelalî û aşkera radigihînin; rêya me bi hikumeta Şamê re hilbijartî rêya diyalog, dan û standin û çareseriya siyasî ya adilane ye . Em ti carî li şer nagerin, lê em bi aşîtiyeke kêm an îstiqrareke vala li ser înkarkirinê û dûrxistinê avabûyî qebûl nakin .

Li bajarê Çilaxa jî şêniyên bajarên Çilaxa, Girkê Legê û Til Koçer ên kantona Cizîrê meşek girseyî li dar xistin. Meş ji Çarxerêya Dela ya li navenda bajêr dest pê kir û di kolanên sereke re derbas bû.

Şêniyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên “Rêber Apo îradeya me ye”, “Azadî û aştî ji Îmraliyê hiltê”, û “Azadî û edalet ji bo Rêber Apo” hilgirtin û bê navber dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” qîr kirin.

Li navenda bajêr, meş veguherî mîtîngek girseyî. Piştî deqeyek rêzgirtinê, peyama Rêber Abdullah Ocalan bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê bi zimanê Kurdî ji hêla endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanên Çilaxa Yûnis Hacî û bi zimanê Erebî ji hêla hevseroka Nivîsgeha Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Çilaxa Menal Elî ve hate xwendin.

Hevserokê PYD`ê yê knntona Cizîrê Mihemed Ebdurehîm axivî û polîtîkayên tecrîd û îşkenceyê yên li ser Rêber Abullah Ocalan hatine ferzkirin şermezar kirin û diyar kir ku Rêber Apo dengê rastîn ê aştî û çareseriya demokratîk li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Endama Kongra Star a Til Koçer Fatme Salih jî axivî û destnîşan kir ku heta “Rêber azad nebe, aştî û edalet pêk nayê. ”

Meş bi dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” û “Bi can û bi xwîna xwe em bi te re ne ey serok” bi dawî bû.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi vê boneyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji hêla koordînatora meclisê li kantonê Cîhan Mihemed ve bi amadebûna endamên saziyên sivîl û leşkerî hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li “Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropî û rêxistinên navneteweyî yên mafên mirovan û jinan hate kirin ku zextê bikin da ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya wî ya fîzîkî were pêkanîn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku beşdariya jinan di avakirina aştiyê de bingeha siberoja ewle û dadperwer e.”

Meclisê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir “Aştî bi naskirina mafê çarenûsî yê gelan û mafê beşdarbûna çalak a jinan di biryardanê de dest pê dike. ”

Piştî xwendina daxuyaniyê, rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Asya El Elî peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanî xwend.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li bajarê Helebê bi vê boneyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji hêla rêvebera Meclisa Giştî Şêrîn Mihemed û bi Kurdî ji hêla Hevserokê Mala Êzidiyan li Helebê Manan Cafer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo pêkanîna aştî û çareseriyek demokratîk, danûstandina demokratîk rêbaza bingehîn û rast e, wekî ku Rêber Abdullah Ocalan di banga xwe ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk de diyar kiriye.

Daxuyaniyê diyar kir ku Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dê ji bo pêkanîna ewlehî û aştiyê ji bo civakên hevbeş ên li her du taxan tê bikoşe.

Çalakiya xwendina daxuyaniyê bi dirûşmeyên “Bijî Roja Aştiyê ya Cîhanî”, “Na ji şer û kuştina mirovan re”, û “Erê ji biratiya gelan û jiyana hevbeş re” bi dawî bû.

Bi heman boneyê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku aştiya rasteqîn li ser bingeha azadî, wekhevî û edaleta civakî ye, ne çewisandin û hegemoniyê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan û pewendiya wî bi gelê wî re şertekî bingehîn a pêkanîna aştiya adilane û îstîqrarê ye. Meclisê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku piştgiriyê bidin daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî û hevdîtina wî û destnîşan kir ku wê ev daxwaz heta pêkanîna wê bimîne.

Previous Post

Kongreya 3ˊyemîn a Meclisa Ciwanên MSDˊê dest pê kir

Next Post

Ji Bakurê Kurdistanê peyamên 1’ê Îlonê

Weşana girêdayî

Li Qamişloyê hevdîtina eşîrî; banga hevgirtin û biratiyê hat kirin
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li Qamişloyê hevdîtina eşîrî; banga hevgirtin û biratiyê hat kirin

Li deriyê Sêmalka Mîran Dawûd yê 8 salî du rojin winda ye
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Li deriyê Sêmalka Mîran Dawûd yê 8 salî du rojin winda ye

Tevgera azadiyê gavan diavêje, deshilata Tirkiyê tenê temaşe û şîrove dike
BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ

Tevgera azadiyê gavan diavêje, deshilata Tirkiyê tenê temaşe û şîrove dike

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye