Kongreya 3’yemîn a Meclisa Ciwanên MSDˊê bi diruşmeya “Bi vîna ciwanan em ê guhertinê ava bikin û yekitiyê pêk bînin ….. Ji bo Sûriyeke pirreng û nenavendî” li bajarê Reqayê dest pê kir.
Kongreya 3ˊyemîn a Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk (MSD) bi diruşmeya “Bi vîna ciwanan em ê guhertinê ava bikin û yekîtiyê pêk bînin….. ji bo Sûriyeke pirreng û nenavendî” li bajarê Reqa dest pê kir. Nûnerên desteyên ciwan, siyasî û civakî yên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, amade bûn
Kongre bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman axivî û tê de bal kişand ser rola ciwanan û jinan di avakirina Sûriyaya pêşerojê de û ev tişt anî ziman: “ Gelê Sûriyeyê hêjayî jiyenek baştir e. Jiyanek li gorî berxwedan û qurbaniyên hatine dayîn. Ev dema veguhêz a em tê re derbas dibin, ne ji rêzê ye.
Lê belê ew ezmûna sebir û sekna me ya ji bo guhertinê ye. Kevirê bingehîn avakirina welateke demokratîk a pireng û nenavendî ye.”
Leyla Qereman di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku rêya ber bi Sûriyaya demokratîk a siberojê ve di dûrxistin û paşguhkirina aliyên din re derbas nabe û wiha dom kir: “Rêya avakirina Sûriyaya pêşerojê bi tevlîkirina civakê ya aktîf çêdibe. Bi taybet bi beşdarkirina ciwanan zemîna wê ava dibe. Ji ber rola ciwanan tenê di siyasetê de sînordar nabe, ciwan di hemû aliyên jiyanê de xwedî bandora mezin in.
Ew pêşengên pêşeroja me, ne.”
Hevseroka MSD’ê Leyla Qereman di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku pêwist e ev kongre bibe gaveke ber bi guhertin, yekîtî û avakirina dîrokê ve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ciwan pêşengên çaksazkirin û guhertinê ne, pêşxistina hêza ciwanan tê wateya pêkanîna civaka demokratîk a pirreng.
Di heman demê de dibe rêya misogerkirina edalet û mafê hemû gelê Sûriyeyê.”
Wê di kongreyê de rêziknameya Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk were xwendin.
Delege li ser xalên wê nîqaşan pêk bînin, armanc û mercên endametiyê ji aliyê kongreyê ve di ber çavan re were derbaskirin, her wiha guhertin û veguhertinên pêwist li gorî demê werin pêkanîn.
Di kongreyê de dê rola ciwanan di qadên siyasî û civakî de were nirxandin. Di beşê dawî yê kongreyê de dê hilbijartin werin lidarxistin, deste û rêveberiya nû ya Meclisa Ciwanan werin hilbijartin.
Li gorî endamên komîteya amadekar a kongreyê dê kongre îro bi dawî bibe. Di dawiyê de jî dê encamname û plana xebatên meclîsê yên dema pêş werin diyarkirin.



