Berpirsên Hemasê, plana Amerîkayê ya valakirina Xeza û avakirina herêmeke pîşesazî û geştiyarî red kir.
Endamê Buroya Siyasî ya Hemasê Basim Neîm got ku Xeza ne ya firotinê ye.
Basim Neîm ji Amerîkayê re got vê planê bin nav av bikin û ava wê vexwin, çimkî Xeza ne ya firotinê ye.
Her wekî diyar kir ku Xeza ne bajarekî jibîrbûyî ye, lê belê ew beşekî Filestînê ya mezin e.”
Rojnameya Washington Postê plana Trump a ji bo Xezayê eşkere kir û got ku dê Xeza ji xelkê xwe vala bibe û wê bikin bajrekî pîşesazî û geştiyariyê.
Lê belê heta niha Amerîka û Israîl derheqê vê projeyê de daxuyanî nedane.



