Konferansa Ciwanên MSD’ê bi hilbijartina hevserokên meclisê û encamnameyekê bi dawî bû, ciwanan teqezî bi yekîtiya xaka Sûriyê û serweriya wê ya derve û hundirîn kirin.
Di encamên hilbijartinan de Silêman Nebhan û Nadya Yûsif bûn hevserokên Meclisa Ciwanên MSD’ê.
Her wiha ciwanan encamnameya dawî ya konferasnê wiha ragihandin:
Pabendbûna bi yekitiya demokratîk û siyasî ya Sûriyeyê û bê alîbûna neteweyî û olî bi rêya destûreke demokratîk ku maf û azadiyê misoger bike.
Pabendbûna bi nasnameyea nîştimanî a Sûriyî ya pirrengiya û dewlemend li ser bingeha demokrasî û edaleta civakî.
Xurtkirina rêgeza hevserokatiyê û hevjiyana azad di hemû astên rêxistinî de.
Aktîvkirina rola jinan li seranserî Sûriyê û di nava meclisan de lêvegera rêxistinî û siyasî ne.
Xurtkirina Têkoşîna li dijî hemû şêweyên dagirkerî, qirkirin, neteweperastî û olperestî.
Ji bo avakirina civaka exlaqî û polîtîk ku pergala baviksalariyê red dike, xebat were kirin.
Xurtkirina têkiliyan bi ciwanên li Sûriyeyê û yên li derve yî welat re.



