Artêşa Îsraîlê ji saetên sibehê ve li Xezayê êriş pêk anî, 33 kes hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyan, artêşa Îsraîlê li bakurê bajarê Xezayê, her wiha li herêmên bakur û başûrê Şerîda Xezayê, avahî û konên koçberan hedef girtin.
Xwaringehek li taxa Tel Heva, li başûrê rojavayê bajarê Xezayê, ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hate lêdan.
Di êrîşê de herî kêm 3 kes hatin kuştin û çend kes jî birîndar bûn.
Di êrîşê de, ku apartmanên li taxa Tel Heva hedef girtin, 12 Filistînî, ku piraniya wan jin û zarok bûn, hatin kuştin.
Helîkoptereke artêşa Îsraîlê li apartmanekê li taxa Şêx Ridwan a li bakurê bajarê Xezayê xist, di encamê de 4 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.
Di êrîşeke hewayî ya li dijî apartmanekê li nêzîkî herêma Cisir a li taxa Şêx Ridwan de, malbateke ji pênc kesan pêk dihat, hat kuştin.
Artêşa Îsraîlê bi dronekê sivîlên Filistînî yên li Cibaliya Nezla ya li bakurê Şerîda Xezzeyê hedef girt, çar kes kuştin û gelekên din jî birîndar kirin.
Leşkerên Îsraîlê bi teqemeniyan avahiyên li taxên Şêx Ridwan ên li bakurê Xezayê û Zeytûnê li başûrê Xezayê hilweşandin.
Leşkerên Îsraîlî li Xan Yûnisê gule li Filistîniyên ku li benda alîkariya mirovî bûn reşandin. Di êrîşê de 5 kes hatin kuştin.
Her wiha konek li herêma el-Mewasî ya li başûrê Xan Yûnisê jî bû hedefa dronê. Di êrîşê de gelek Filistînî birîndar bûn.
Li Xezayê di 24 saetên dawî de 13 kesên din ji birçîbûnê mirin
Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê daxuyaniyek nivîskî weşand û agahiyên herî dawî li ser kesên ku ji birçîbûnê mirine da.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di 24 saetên dawî de 13 kesên din, ku 3 ji wan zarok bûn, ji ber birçîbûn û kêmaniya xwarinê mirin.
Hejmara miriyên ji ber birçîbûnê li Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve gihîştiye 361 kesan, ku 130 ji wan zarok in.
Li Xezayê di meha Tebaxê de 185 kes ji birçîbûnê mirin
Her wekî di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di meha Tebaxê de 185 Filistînî li Xezayê ji ber kêmbûna xwarinê mirine, ku ev hejmar di mehên berê de herî zêde ye.
Hat ragihandin ku li Xezayê nêzîkî 43 hezar zarokên di bin 5 salî de ji kêmbûna xwarinê dikişînin.
Hat ragihandin ku hejmara mirovên ku ji ber êrîşên Îsraîlê û fermanên dersînorkirinê li Xezayê, ku nifûsa wê nêzîkî 2.3 mîlyon e, koçber bûne, gihîştiye 2 mîlyonî, û gelek kes bi berdewamî koçber bûne.



