Parlamentoya Îranê civîneke girtî li dar xist da ku li ser bersiva li hember çalakkirina ambargoyan û vegera dorpêçên navneteweyî li dijî Îranê.
Li gorî medyaya navxweyî, mijara vekişîna Îranê ji Peymana belavnebûna Çekên Kîmyewî jî hat rojevê.
Berdevkê serokatiya parlementoyê Abbas Gûderzî, li ser civîna girtî, dibêje nirxandin nîşan didin ku vegera dorpêçên navneteweyî bandorek li ser rewşa aborî ya welêt nake û got:
“Di vê civînê de, raporek berfireh li ser pêvajoya çalakkirina snapback, ji hêla Komîsyona Ewlekariya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamentoyê ve hate pêşkêş kirin.”
Her wiha Gûderzî îda kir ku hinek perlementeran gef li rojava xwariye ku ger plana dorpêça giştî bikeve dewrê ew ê xwe ji Peymana Nebelavbûna Nukleerî vekişîne.



