Li Amedê bi boneya 1’ê Îlonê duh bi deh hezaran kes meşiyan. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari di meşê de axivî û bang li desthilat û dewleta Tirk kir ku guh bidin peyamên aştiyê.
Her wiha ji bo serketina pêvajoyê jî gavên ku divê bên avêtin bi rêz kir.
Bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Amedê bi beşdariya bi deh hezaran kesî meş hate lidarxistin.
Meş bi pêşengiya Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk pêk hat.
Tevî hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk-DBP’ê gelek parlementer, siyasetmedar û endamên saziyan jî beşdarî meşê bûn.
Di meşa 1’ê Îlonê de nameya Rêber Apo hat xwendin
Di meşê de dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” hat qîr kirin.
Piştî ku nameya Rêber Apo ya ji bo 1’ê Îlonê hate xwendin li ser girîngiya rojê axaftin hatin kirin.
Ayfer Koçak: Ji bilî aştiyê rêyeke din tune ye
Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak li ser girîngiya pêvajoya aştiyê axivî û diyar kir hêviya aştiyê ne tenê ji bo kurdan e, ji bo hemû gelan e û wiha got,
“Agirê aştiyê ku bi banga birêz Abdullah Ocalan dest pê kir û bi şewitandina çekan geş bû, îro bi hembêzkirina gel mezin dibe.
Lê aştî ne tenê bêdengkirina çekan e. Têkoşîna aştiyê têkoşînek li dijî neteweperestî, zayendperestî ye. Ji bilî aştiyê rêyeke din tune ye û wê aştî were vê xakê.”
“Amed bi xurtî xwedî li peyama aştiyê ya Ocalan derket”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê TULAY HATÎMOGÛLLARI jî diyar kir bi meşa bi heybet ya li Amedê bi xurtî xwedî li peyama aştiyê ya Rêber Apo hat derketin û got,
“Divê Enqere li Amedê binêre û vê peyama xurt bigire. ”
Tulay Hatimogullari bal kişande li ser xebatên komîsyona ku di çarçoveya pêvajoya aştî û civaka demokratîk de li meclisê ava buye û got,
“Ji bo pêşdeçûna pêvajoyê divê gavên pêwîst bên avêtin”
“Em xebata komîsyonê hêja dibînin lê em li benda xebateke cidî û encamgir in. Divê pêşî komîsyon bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.
Ji bo ku pêvajoya çekdanînê bidome divê gavên pêwîst bên avêtin û qanûna taybet bê çêkirin.
Divê qanûna danîna qeyiman bi paş ve were kişandin û şaredar biçin ser erka xwe.
Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê-DMMEyê û Dadgeha Destûra Bingehîn- AYMê werin bicihanîn û hemû girtiyên siyasî bên berdan.”
Tulay Hatimogullari di dawiyê de ji gel xwest xwe bi rêxistin bikin û li ser banga Rêber Apo aştiyê ava bikin.



