Berpirsekî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê idia dike ku wan 600 hezar bermîlên petrola Xav, hinarde kirine.
Bi gotina wî berpirsî, wan peymaneke bi kompaniyeke bazirganiyê re kiriye û evqas petrol firotine.
Reutersê ev agahî belav kir û got ku piştî 14 salan, ev cara yekemîn Petrol ji Sûriyê tê hinardekirin.
Rêveberê Petrol û Xazê yê Hikûmeta Veguhêz dibêje ku petrola xav ji bo Kompaniya B Serv Energy hatiye firotin.
Her wekî di dîmenên Reutersê de diyar dibe ku ev petrol bi rêya keştiya Petrolê Nisus Christiana ya li perava Tertûsê hatiye veguhstin.
Berî niha Hikûmeta Veguhêz got ku wan peymaneke lihevkirinê bi qasî 800 milyon dolar li gel peravê Dubey ên Navnetweyî îmze kir da ku gelek stasyonên li Tertûsê bi pêş bixîne.
Bi gotina Berpirsê ji Şamê, ev petrol ji çend zeviyên li Sûriyê hatiye derxistin, lê cihê wan diyar nekir.
Wekî tê zanîn, piraniya deverên bi petrolê dewlemend, di bin kontorla Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser de ne.
Lê derheqê vê yekê de heta niha tu agahiyên fermî nehatine belavkirin.



