Qezayeke tirafîkê bû sedema mirina 13 kesan.
Ev bûyera bi êş, îro vê sibehê li ser rêya Hesekê-Şedadê rû da.
Qezaya tirafîkê piştî Çerxerêya Panorama ya li ser rêya Hesekê-Şedadê çêbûye.
Tankerek sotemeniyê, erebeya veguhastina welatiyan û wesayîtek Hêzên Ewlekariya Hundirîn li hev qelibîn.
Ji ber qezayê, 2 endamên ewlekariyê di nava de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Her wekî 4 jê endamên Ewlekariyê 5 birîndar bûne.
Nûçegihanên me ragihandin ku birîndar û cenaze rakirin nexweşxaneyên Hesekê.



