Serokkomarê Tirkiyê Erdogan derbarê pêvajoya aştî û çareseriyê de axivî û got, “Me nexşerêya xwe bi awayekî zelal diyar kiriye.”
Derbarê rewşa li Sûriyê de jî got, “Ne aramiya Sûriyê herî zêde bandorê li me dike. Kî bixwaze pêvajoyê têk bibe wê berdêla wê giran bide.”
Erdogan diyar kir ew dixwazin li Sûriyê aramî û yekîtiyeke mayînde pêk were û got, ”
“Di buyerên berê de jî hate dîtin ku ne aramiya li Sûriyê herî zêde bandorê li me dike. Yên ku dixwazin li Sûriyê aloziyê derxin gelek in û ew jî tên naskirin. Ji bo wê em ê Sûriyê bi tenê nehêlin.
Kes wê êdî nikaribe ji nû ve avabûna Sûriyê asteng bike. Kî hewl bide vê pêvajoyê têk bibe wê berdêla wê giran bide.”
Erdogan dîsa got Kurd xwişk-birayên me ne û kes nikare me ji hev veqetîne.
Erdogan: Me nexşerêya xwe bi awayekî zelal diyar kiriye
Derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de jî dibêje, “Komîsyona Hevgirtina Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê xebatên xwe didomîne. Ez yeqîn dikim wê Tirkiye pirsgirêkeke 40 salî ji holê rake.
Di pirsgirêkeke wiha ya ku pêşeroja Tirkiyê eleqeder dike de, divê guh nedin gotegotan, guh bidin daxuyaniyên dewletê. Me nexşerêya xwe bi awayekî zelal diyar kiriye.”



