Berpirsekî Amerîkayî serdana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê kir
Bepirs bi hevserokên Meclisa Giştî ya her du taxan re civiya.
Aliyan rewşa her du taxên, dan û standina der barê pêkanîna peymana 1ˊê Nîsanê gotûbêj kirin.
Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Senatorê Amerîkayî Abraham Jamal Hamadeh, Zach Hoff çend roj berê bi nûnerên Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundir re civiya.
Di hevdîtinê de xebatên dikarin sûdê li pêkanîna ewlekariya mayînde û berfirehkirina rola jinan di pêkanîna biryara pêşeroja Sûriyeyê de bikin hatin nîşqakirin.
Di heman demê de giringiya destpêkirina danûstendina niştîmanî ya li ser asta Sûriyeyê û piştgiriya Amerîka ji civakên herêmê re û rola wê li ser pêkanîna aştiya berdewam hate gotûpêjkirin.



