Dadgeha Bilind a Kopenhagenê dê roja Sêşemê biryara xwe derheqê Ehmed Semsem de bide.
Li gor agahiyan, ev kes bi eslê xwe sûrî ye û di heman demê de welatiyê danîmarekê ye û berî niha bi tawana tevlîbûna DAIŞ’ê, ceza lê hatiye birîn.
Lê belê, Ehmed Semsem dibêje ev hemû tuhmet derew in û ya rast ew ji aliyê îstîxbarata Danîmarkî ve di nava DAIŞ’ê de hatiye erkedarkirin.
Ehmed Simsim doz li saziyên Ewlehî û Îstîxbarata Danîmarkî (DSIS) û Îstîxbarata Leşkerî (DDIS) vekiriye.
Armanca wî ew e ku ji wan bixwaze bê wan ew di salên 2013-14’an de ji bo sîxuriya li ser cîhadîstên biyanî şandiye Sûriyê.
Simsim: Istixbarata Danîmarkayê ez şandim nava DAIŞ’ê
Lê belê, her du saziyên Îstîsbaratê dibêjin ku ew ji ber sedemên ewlehiyê nikarin vê yekê piştrast bikin an red bikin.
Li gor AFP’ê, eger ev ev sazî bêjin ku wan Ehemd erkedar kiriye wê ev yek rê bide wî ku daxwaza ji nû ve darizandinê bike.
Simsim dibêje ku ew tevlî sûcên terorîst nebûye û wî ji bo her du saziyên Îstîsbaratê agahî li ser cîhadîstên biyanî yên di nava DAIŞ’ê de, daye.



