Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi daxuyaniyekê gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.
Dewlet Bahçelî da zanîn ku eger Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî Peymana 10’ê Adarê tevnegere wê rastî êrişan bê.
Devlet Bahçelî têkildarî pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û muzakereyên li Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe de da zanîn ku QSD’ê û YPG’ê jî muxatabê banga PKK’ê û Rêber Apo ne, ew ji biryarên fesixkirinê û çekdanînê bêpar nînin.
Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe de got:
“Daxuyaniya Balyozê Enqereyê yê DYA’yê û Nûnerê Taybet yê Sûriyê Tom Barrack ya di 10’ê Tîrmehê de da û gotibû: “Yek netew, yek gel, yek artêş, yek Sûriye” ev di cih de ye.
Lê belê daxuyaniya wî ya ku di 30’yê Tebaxê de dabû û gotibû: “QSD’ê û YPG’ê êdî artêşeke têkiliya wê bi PKK’ê re tune ye” ev jî ew qas bifikare.”
“Eger QSD li gorî Peymana 10’ê Adarê tevnegere wê rastî êrişan bê”
Devlet Bahçelî ji bo jinûveavakirina Sûriyê îşaret bi Peymana 10’ê Adarê ya ku di navbera QSD’ê û Hikûmeta Sûriya veguhêz de hatibû îmzekirin kir û gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar û got:
“Eger QSD’ê û YPG’ê, li gor peymana 10’ê Adarê tevnegere, dê bi vîna hevpar ya Enqere û Şamê mudaxileyeke leşkerî çêbibe, divê her kes zanibe.”



