Artêşa başûrê Sûdanê ragihand ku ji ber girtina Cîgirê Yekem ê Serokê welêt Riek Machar pevçûn derket, herî kêm 4 leşker û 10 endamên komeke çekdar hatine kuştin.
Berdevkê artêşa başûrê Sûdanê diyar kir ku çekdarên bi navê Artêşa Spî roja Duşemê li eyaleta Nîla Jorîn a nêzîkî bajarokê Nasir êrîşî artêşa Başûrê Sûdanê kirine.
Dijberên Machar dibêjin ku Artêşa Spî komeke çekdarî ye ku girêdayî partiya Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê ya Machar e.
Ev bajarok li bakur-rojhilatê Sûdanê ye, li herêma ku tundî lê dest pê kir û bû sedema girtina Machar di destpêka vê salê de.
Li gorî agahiyan Machar û partiya wî her têkiliyek bi Artêşa Spî re înkar dikin.
Girtina Machar, bi tohmeta hewldana gurkirina serhildanê bi piştgiriya Artêşa Spî, tirsên ji nû ve destpêkirina pevçûnên nav-etnîkî zêde kiriye.



