Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand Amerîka li başûrê Deryaya Karayîbê êrîşî keştiyek narkotîkê kiriye û 11 kes kuştine.
Trump li ser medyaya civakî anî ziman ku hedefa operasyona leşkerî ya Amerîkayê, endamên koma sûcê ya Venezuelayê, Trande Aragua bûye.
Trump dibêje keştî li avên navneteweyî bû û madeyên hişbir ên neqanûnî hildigirt û ber bi Amerîkayê ve diçûn.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku rêveberiya Trump di hefteyên dawî de zexta leşkerî û siyasî ya li ser Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro zêde kiriye.
Balkêşe ev êrîş di demeke wiha de pêk hat, ev jî di serê civaka navdewletî de pirsan çêdike.



