Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldana reva 56 kesan ji kampa Holê ya başûrê bajarê Hesekê, têk bir.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku: “Roja sêşemê (2’ê Îlonê), hêzên me yên ewlekariyê li kampa Holê hewldanek reva komî ya 56 kesên ji malbatên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê têk bir. Wan kesan hewl dida bi rêya erebeyeke mezin a (Hyundai) birevin.
Bi saya hişyariya domdar û hewldanên hêzên me yên ewlehiya kampê, ku 24 demjimêran kampê dişopînin, duh piştî nîvro çalakiyek gumanbar hat tespîtkirin ku komek kesan dema bi awayekî neasayî li erebeyekê dibûn, hat dîtin. Hêzên me tavilê dest bi operasyonê kirin û dema erebe dikir di deriyê sereke re derbas bibe, hat sekinandin û hemû kesên tê de hatin girtin.
Kesên girtî ji bo destpêkirina lêpirsînên berfireh û aşkerakirina şert û mercên vê operasyona têkçûyî ji beşên me yên ewlehiyê yên pispor re hatin veguheztin. Hêzên me, di çarçoveya hewldanên xwe yên parastina ewlehî û îstîqrara ewlehiya kampê û herêmê de, didomînin.”



