Li Kobanê 8’emîn Mîhrîcana Zarokên ya kantona Firatê ku ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn û Tevgera Çand ve hatibû lidar xistin di roja duyemîn de dawî bû.
Piştre li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê Festîval pêşkeş kir.
Festîval bi dirûşma ” Em ji dixwazin Rêber Abdullah Ocalan bibînin “bi beşdariya zarok, komên hunerî û girseya gel, hat destpêkirin.
Di roja duyemîn a dawî ya festîvalê de Desteyên Çand û Hunerê yên Sirîn û Eyn Îsa birêve diçe. Malbatên zarokan û Malbatên Şehîdan Endamên saziyên Rêveberiya Xweser, amade bûn.
Komên hunerî yên beşdarî festîvalê bûne, hunerên xwe pêşkêş kirin. Destpêkê Koma Şano ya Şehîd Zîlan ya Kobanê Zarokatiyê şanoyek li ser berxwedana şehîd Zîlan û koman Sirîn a Stranan ya Şehîd Rojhat, ,koma Sirîn ya Bihar û koma Şehîd Zozan ya Kobanê a Govend pêşkêş kirin.
Di dawiya festîvalê de Rêveberiya Şano ya zarokan a Kobanê, Mamosta ya Hîlala Zêrîn,Hevserokê Çand û Hunerê ya Stranan û zarokên malbatên şehîdan komên beşdarî Festîvalê bûne hatin xelat kirin.
Di dawiyê de xelat li zarokên hatin belav kirin û bi şiyara ” Bê jî Serok Apo ” dawî bû.



