Çeteyên dewleta Tirk a dagirker dîsa agirbesta bin pê kirin û êrişî herêmê kirin.
Çeteyan xeta kehrebê ku ji peydakirina avê tê bikaranîn li navçeya Qinê ya li Kobanê armanc kirin.
Li gorî nûçegihanê me Çeteyên Dewleta Tirk ji Cerabilusê gule avêtin Kobanê.
Di wê êrişê de, xeta kehrebyê ya depoya Avê ya li navçeya Qinê hat armanckirin.
Di encamê de Av hatiye qutkirin û xelk bê av mane.



