Rêxistina Tunduristiya cîhanî ragihand ku Yekîtiya Ewropayê YE’ê 22 milyon Euro ji bo piştgiriya sîstema tenduristiya li Sûriyê pêşkêş kiriye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê WHO ragihand ku YE bi rêya rêveberên parastina sivîl û alîkariya Mirovî CCHO 22 milyon euro ji bo piştgiriya sîstema tenduristiyê li Sûriyê pêşkêş kiriye.
Bi gotina rêxistinê, wê ev alîkarî ji bo zêdetirî 6.5 milyon kesan li seranserê Sûriyeyê xizmetên tenduristiyê peyda bike.
Nûnera WHO a li Sûriyê Christina Bethke, got,ev piştgirî di demeke krîtîk de tê ku sîstema tenduristiyê piştî salên şer di bin zextek giran de ye.



