Jinên ji kantona Reqayê li ser têkoşîna şehîd Emîne Elî axivîn.
Jinan diyar kirin ku fedakariya têkoşer Emîne Elî ji bo wan mînaka vîna azad a jinan e.
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê Zehra El Yûsif got:
“Em serê xwe bi şehîdên xwe yên ku ji bo rizgarkirina axa welat şer kirin, ser bilindin.
Emîne Elî jî bi fedakariya xwe nimûmeya rûmet û serbilindiyê bû.”
Her wiha Hevseroka Meclisa Şehîd Ehmed El Canim, Şîrîn Qewas jî wiha got:
Jinên Reqa soza şopandina rêya têkoşer Emîne Elî da
“Emîna bi hemû vîna xwe ji azadiyê hez dikir.
Em jî îro li Reqayê bi saya Rêveberiya Xweser, felsefeya Rêber Apo û şehîdan, azadin.”
Di dawiyê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emel El Deyf jî ev tişt anî ziman:
“Şehadeta Emîne Elî ji bo me hemûyan çavkaniya serbilindiyê bû.
Em soz didin ku em ê li ser vê rêyê berdewam bikin û xwîna şehîdan biparêzin.”



