Zanyarê Siyasetê Mehmet Saritaş derbarê çareseriya meseleya Kurdî axivî û got: Bi plan û bernameyeke stratejîk nêzî pêvajoya çareseriyê nabin.
Ev nêzîkatî hem di siyaseta navxweyî hem jî di nava hevsengiyên Rojhilata Navîn de xeteriyên gelekî cidî bi xwe re tîne.”
Zanyarê siyasetê Mehmet Zahîr Saritaş pêvajoya ku têkildarî çareseriya meseleya Kurd hatiye destpêkirin, nirxand.
Mehmet Saritaş diyar kir ku pêvajo ji ber bûyerên herêmî bi zor û zehmetî destpê kiriye; desthilatdarî jî bi nexşerêyeke stratejîk tevnagere û wiha dewam kir:
“Tirkiyê hem li nava xwe gavên ji bo demokratîkbûnê bi têrkerî neavêje hem jî li Sûriyê polîtîkayeke tekperest dimeşîne.
Bi vî rengî pêvajoyê dixe nava xeteriyeke mezin.
“Polîtîkyên Tirkiyê zerarê didin pêvajoya aştiyane”
Ji bo çareserî mayînde be pêwîstî bi zemîneke danûstandinan a demokratîk heye.
Ev polîtîka zerarê dide pêvajoya aştiyane .
Divê desthilatdarî dest ji vê nêzîkatiyê berde û gavan biavêje.”
“Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê dibe sedema rageşiyên cidî”
Saritaş derbarê têkiliyên Tirkiyê bi Sûriyê re jî wiha anî ziman:
“Tirkiye di siyaseta derve de bi taybetî polîtîkayên xwe yên têkildarî Sûriyeyê dibe sedema rageşiyên cidî.
Piştgiriya wê ji bo hikumeta Şamê ya ku siyaseteke yekperest diparêze.
Ev rewş dibe sedem ku Tirkiye li Rojhilata Navîn ,bekeve pozîsyoneke ku ‘lîstikê xera bike’.
Her wiha li hundirê welêt zimanekî ‘aştiyane’ bi kar tîne, lê li Sûriyê têkildarî herêmên Kurdan polîtîkayeke gefxwarinê dimeşîne.”
“Divê teqez komisyon serdana birêz Ocalan bike”
Her wiha Mehmet Saritaş ragihand ku ji bo pêvajo bi rengekî baş bimeşe; divê komîsyona li meclîsê hatiye avakirin bi roleke hîn çalak tevbigere û wiha bi dawî kir:
“Ji bo komîsyon hîn bi çêkerî kar bike, weke modelên çareseriyê yên beriya niha li cîhanê rû dan; divê aliyan bigihîne hev.
Divê teqez komisyon serdana Birêz Abdullah Ocalan bike; lê belê ev têrê nake.
Rêbaza herî rast ew e ku hem Birêz Ocalan hem jî aktorên rayedar ên dewletê bên Meclisê, bi rêbaza danûstandinên demokratîk pêwîstiyên çareseriyê pêşkêş bikin.
Komîsyon jî di rewşeke bi vî rengî de weke çavê sêyemîn dikare li aliyan guhdarî bike.
Bi vî rengî komîsyon wê aliyan li hev kom bike û li nêzîkatiya wan a ji bo çareseriya pirsgirêkan guhdarî bike.”



