Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Qamişloyê heta niha 4 hezar û 65 ton tov genim hazir kiriye ji bo ku li cotkaran belav bike.
Qada çandiniyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sektoreke sereke ye ku şêniyên herêmê debara xwe pê dikin, ewlehiya xwarinê û istiqrara aborî li herêmê peyda dike. Hilberîna tovên cuda li herêmê, mewsima çandiniyê bi ser dixe.
Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê 4 hezar û 65 ton tovên genim ji eslê 10 hezar ton, amade û paqij kiriye da ku piştre li cotkaran werin belavkirin.
Qada çandiniyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji qadên çalak ên aboriya herêmê ye.
Ji bo sala 2025’an saziyê dest bi wergirtina genimê xam kir û di 17’ê Tîrmehê de dest bi paqijkirin û amadekirina wê kir.
Saziyê diyar kir ku heta niha 4 hezar û 65 hezar ton li embargehên bajarê Tirbespiyê hatine bicihkirin.
Saziyê da zanîn ku rojane nêzî 105 ton tên paqijkirin.
Her wiha, saziyê destnîşan kir ku tov ê li gorî terxîsên ku ji cotkaran re tên dayîn, werin belavkirin û îmzekirina peymanan dê ji 15’ê Îlonê ve dest pê bike.
Sazî salane 10 ton genim paqij dike û beşek jê ji bo navendên kantonên Firat, Tebqa, Reqa û Dêrazorê tê şandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku sala borî ji ber kêmbûna baranê û hişkesaliyê nêzî ji sedî 70`ê berheman şewitî.



