Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta derbarê gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de axivî.
Sozdar Avesta diyar kir ku dewlata Tirk dixwaze gengeşiya li Sûriyê berdewam bike, ji bo pêşiya hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina gelan bigire û got:
“Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helbet wê têkoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin, bi her awayî parastina xwe bikin.”
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta derbarê gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dixwe axivî.
Sozdar Avesta diyar kir ku çareseriya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyê re dikare bê çareserkirin, ji bo wê niha rayedarên dewleta Tirk û dewleta Tirk astengiya herî mezin a li Sûriyê ne û got:
“AKP dixwaze Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di bin destê wî de be .
Ji bo berjewendiyên xwe hem ên navxweyî û hem jî yên herêmê dixwaze bi kar bîne.
Ji bo pirsgirêk li herêmê bêne çarerserkirin divê destpêkê destê xwe ji vir bikşîne.”
“Tirkiyê dixwaze rê li pêşiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire”
Sozdar Avesta desnîşan kir ku dewlataTirk dixwaze gengeşiya li Sûriyê berdewam bike ,ji bo pêşiya hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hevgirtina gelan bigire û wiha axivî:
“Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê helbet wê têkoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin.
Bi her awayî parastina xwe dikin û xwe diparêzin.
Ew xwediyê Sûriyeyê ne.
Hemû gelên li Sûriyê dijîn hêz ji vê yekê digirin û hêvî dide wan.”
“Aştî û civaka demokratîk dê aloziya Sûriyê çareser bike”
Sozdar Avesta ragihand ku tiştê herî rast a ji bo Sûriyê, Aştî û Civaka Demokratîk e û wiha pê de çû:
“Demokratîkirina komara Sûriyê de hemû gelên Sûriyê tê de jiyan dikin.
Bi taybetî mafên jinan divê di destûra bingehîn de bê bicihkirin.
Divê îradeya gelên din jî bê naskirin.
Bi vê ferasetê dikare hemû pirsgirêkên Sûriyeyê bêne çareserkirin.
“Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi desteka Tirkiyê pêk tên”
Di dawiyê de Sozdar Avesta teqez kir ku rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariya xwe dikin ku mafê gelên xwe biparêzin û got:
“Bi dehan caran êrîşî ser wan kirine û niha jî dîsa provokasyonan dikin.
Ew êrîş dikin û yê piştgiriya wan dike dewleta Tirk e.
Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê heye, tu dibêjî qey wezîrê Şamê ye.
Dema şer dixwazin şer derdixin û dema dixwazin jî dikarin bi rêbazeke din nêzîk bibin.
Divê dev ji tevlîheviya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixin berdin.
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka xwe bi Sûriyeyê re çareser dike. “



