Artêşa Îsraîlê ji saetên sibehê ve, li Şerîda Xezayê li gelek deveran êrîş kirin û di encamê de 21 kes hatin kuştin.
Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, artêşa Îsraîlê li Xezayê li deverên cûda êrîşî mal û konên kesên koçber kirin.
Li taxa Derec a ku li navenda Xezayê ye, malek ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hate armanckirin û di encamê de 3 kes mirin û 7 kes birîndar bûn.
Li taxa Rimal a li başûrê rojavayê Xezayê, konek ku li navenda Zanîngeha Îslamê ya koçberan tê de diman, bû armanca artêşa Îsraîlê.
Di êrîşê de 3 kes hatin kuştin.
Her wiha li taxa Rimal, di êrîşên bi balafirên bê mirov ên Îsraîlê de li ser kon û malan, 3 kes hatin kuştin.
Li taxa Tel el-Heva jî, apartmanek hate bombebarankirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin.
Balafirên şer ên Îsraîlê, apartmanek li Kolana Selasînî bombebaran kir. Di êrîşê de 2 kes mirin.
Li xaçerêya Zanîngeha Ezher a li rojavayê bajêr, konek ku koçber tê de diman, bû armanca artêşa Îsraîlê.
Di êrîşê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes birîndar bûn.
Israel Katz: li Xezeyê deriyên dojehê vebûn
Her wiha Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz li ser X’ê peyamek weşand û diyar kir ku li Xezeyê ‘deriyên dojehê’ vebûne û li bajarê Xezeyê wê oprasyonên leşkerî giran bibin.
Katz ragihand ku ji bo avahiyeke ji gelek qatan pêk tê fermana destpêkê ya veguhestinê hatiye dayin.
Artêşa Îsraîlê ev bang hîn ji raya giştî re eşkere nekir.
Katz hişyarî da Hemasê wiha got:
“Dema ku derî vebû wê careke din neyê girtin û artêşa Îsraîlê wê karê xwe zêde bike.
Ji bo bidawîkirina şer şert û mercên Îsraîlê qebûl bikin, yanî beriya her tiştî berdana hemû dîlgirtiyan û bêçekbûn, yan jî tine bibin.”
Komîsyona Ewropî cara yekem Operasyonên Îsraîlê li Xezayê weke qirkirin bi nav kir
Li aliyê din Cîgira Seroka Komîsyona Ewropî Teresa Ribera operasyonên Îsraîlê li Xezzeyê wekî “qirkirin” bi nav kir.
Ev yekem car e ku endamek Komîsyona Ewropî ji destpêka şer ve Îsraîlê bi eşkereyî bi qirkirinê tawanbar dike.
Teresa Ribera diyar kir, “Qirkirina li Xezayê îflasa Ewropayê eşkere dike, ku nikare bi yek dengî biaxive û tevbigere.



